Piştî ku Daûd Oxlo serok wezîrê Turkiyê ragihand ku hikûmeta Turkî ne berpirsyare di ber kuştina kesên ku sînorê wan derbas dikin, welatiyên parêzgeha Hesekê ku ji ber nexweşiyê yan peydakirina kar, bi taybetî ku em di dema werzê çinînê de ne, li ser sînor rastî aloziyan ji hêla leşkerên Tirk ve bi lêdan û berdana gulleyan tên.
Ferhad Ehmed welatiyek ji parêzgeha Hesekê ye ji malpera me re diyar kir ku wî gelek hewldan kirine da bighêje Tirkiyê da karekî bike lê ta niha nikariye derbas bibe.
Ehmed got” tevî em dizanin ku ev rê qedexe ne û ne yasayî ne, lê em neçarin bi qaçaxî sînoran derbaskin da em karibin nanê zarokên xwe dabîn bikin, di dema ku welatê me di rewşke awarte de derbas dibe”.
Bandora vê kêşeyê li ser tevaya civakê heye bi taybet nexweşên ku li Şam û Helebê dihatin dermankirin, û ji ber zehmetiya rê nema Karin biçin wan parêzgehan, yek ji wan Samî Hemza ku xwedanê pêdiviyên taybet e û pêwistiya wî bi serdana nexweşxaneyeke pisporî li Şamê heye, lê ji ber aloziyên li ser rê ew hewl dide ku biçe Turkiyê di riyên rewa re ji ber ku ew nikare bi qaçaxî biçe.
Samî di riya malpera me re bangê dide hikûmeta Turkî , ku bi çavekî mirovahî li kirîza wan binêrin, herwiha Samî bang li Hevbendiya Sûrî dike , da çareseriyekê ji rewşa wan ya xerab re bibîne.
Tê zanîn ji destpêka şoreşa Sûrî de, tevaya dergehên sînorî yên Tirkiyê bi parêzgeha Hesekê re girtîne, û bi dehan welatî li ser sînor bi guleyên leşkeran hatine kuştin.
Jêder : Hevbendî