Desteya Danûstandinê ya Sûrî duh roja înê di civîna xwe ya rolane de li Cinêvê, pêşwaziya nûnerên dewletên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Hollanda, Swîsra, Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Îtalya, Danîmark, Kanada, Misir û Qeterê kir, her wiha nûnerê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen, û bi wan re pêşketinên piroseya siyasî li Sûriyê gotûbêj kirin.
Û di civînê de Serokê Desteyê Bedir Cemûs hişyarî da ji metirsiya rawestana proseya siyasî li Sûriyê û redkirina rijêmê ji her pêngaveke cidî di pêkanîna pêşketinê di cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254an de, di dema ku gelê Sûriyê îro di trajediya serdemê de dijî.
Û Serokê Desteyê bi amadebûna hemû pêkhateyan, cextî li ser standina gavên kartêkertir ji bo proseya siyasî kir, û tekezî li ser giringiya pêkanîna pêşketinên berçav di dosya girtiyan de, û eşkerekirina çarenivîsa bi hezaran kesên ku bi darê zorê di zindanên rijêma Esed de hatine windakirin, û danîna mîkanîzmeke navdewletî ji bo dadpirsîna kesên ku destên wan di van komkujîyên li Sûrîyê de hene.
Û Desteya Danustandinê tekezî li ser giringiya mana dosyeyên mirovî li Sûriyê di destê Netewên Yekbûyê de, bêyî ku li rijêmê vegerin, kir, ji ber ku ew sedema sereke ya têkçûna rewşa mirovî ye, û ji Netewên Yekbûyî xwest ku alîkariyên mirovî bigihîne hemû deverên Sûriyê yên ku pêdiviya wan bi pê heye bêyî siyasîkirin û cudahî kir.
Ji aliyê xwe ve, dewletan ji Desteya Danûstandinê re pabendbûna xwe ya tam bi piştgiriya gelê Sûriyê û çareseriya siyasî li gorî biryarên navdewletî ji bo pêkanîna aramiyê li Sûriyê û cîbicîkirina tam ya biryara 2254 tekez kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî