Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Cemûs, li Cinêvê, li gel Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Ethan Goldrich civiya, û pêre li ser pêwîstiya pêşdebirina pêvajoya siyasî û bilindkirina asta beşdariya Amerîkayê di çareseriya siyasî de gotûbêj kirin.
Û Serokê Desteyê tekezî li ser giringiya sepandina fişarên rasteqîn li ser rijêma Esed û hevalbendên wê û cîbicîkirina biryara 2254 bi awayekî tam û cidî ku wê bîne ser maseya danûstandinê kir.
Ji hêla xwe ve Goldrich piştevaniya Amerîkayê ji proseya siyasî û pabendbûna welatê xwe bi piştevaniya gelê Sûriyê dubare kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî
Tags: Desteya Danûstandinê ya Sûrî