Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, di peywendiyên xwe yên navdewletî de ji bo handana dewletên dost û birayên gelê Sûriyê li ser şandina alîkariyên mirovî û pizîşkî ji bo rizgarkirina qurbaniyên erdheja wêranker li bakurê Sûriyê berdewam e.
Û Elmislit civîneke ji dûrve li gel Nûnera Fransî ya taybet bo dosya Sûriyê, Brîgît Kormî li dar xist, û tê de tekezî li ser pêwîstiya pêşkêşkirina piştgiriya bilez ji tîmên rizgarkirinê û Berevaniya Sivîl re ji bo derxistina kesên li bakurê Sûriyê di bin kavilan de mane kir.
Û Elmislit di hevdîtinê de, tekezî li ser pêwîstiya peydakirina alîkariyên bilez ji bo wan kesên ku di vê seqaya dijwar û rewşa mirovî ya xerab de li derve mane kir.
Û di heman demê de, Elmislit peywendî bi berpirsên Wezareta Derve ya Amerîka re kir, û tê de tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina alîkariya tîmên rizgarkirinê û Berevaniya Sivîl ji bo derxistina qurbaniyên di bin kavilan de asê mane kir.
Û Elmislit cext kir ku erdheja wêranker bû sedema derbiderbûna bi sed hezaran kesên ku di bin şert û mercên seqayê û mirovî yên dijwar de li derve mane.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Amerîka soza zêdekirina piştevaniyê ji bo Bakurê Sûriyê, û bi taybetî bo Rêxistina Berevaniya Sivîl (Kumên Spî) da.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî