Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mustefa, ji bo şopandina rewşa xelkê deverê û gihandina alîkariyan ji bo kesên ku di erdheja li bakurê Sûriyê qewimiye de ziyan dîtine, serdana bajarê Cindirêsê kir.
Û di vê gerê de Wezîrê Parastinê, Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî û Xizmetguzariyê, Wezîrê Dadê û Rêvebirê Têkiliyên Giştî hevaltiya Serokê Hikûmetê kirin.
Û Mustefa alîkarî ji xelkên me yên ku di erdhejê de ziyan dîtine re pêşkêş kirin, û di nava karwanê alîkariyê de keresteyên xwarinê û yên germkirinê yên pêwîst hebûn, û ev alîkarî ji aliyê Feyleqê Duyem di Artêşa Niştimanî ya Sûrî de hat piştgirîkirin.
Û Serokê Hikûmeta Demkî û Şanda pêre li dawaz û pêdiviyên xelkê ku ji ber erdheja wêranker ziyan dîtine guhdarî kirin, da hewcedariyên wan di zûtirîn dem de dabîn bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî