Serokê Desteya Danûstandinan ya Sûrî D. Bedir Camûs, peywendiyeke telîfonî li gel Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê Ethan Goldrich re pêk anî, û pêre rewşa mirovî ya bobelatî li bakurê Sûriyê gotûbêj kir.
Û bal kişand ser wê yekê ku hîn bi sedan malbat di bin kavilan de li benda alîkariyê ne, di heman demê de tîmên rizgarkirinê û Berevaniya Sivîl ji bo rizgarkirina kesên asê mane bi hewlên mezin radibin, her weha bi sed hezaran ji niştecihan bê cih û war mane.
Û Camûs cextî li ser pêwîstiya ku Amerîka bizavekê bo pêşkêşkirina alîkariyan bo rizgarkirina Sûriyên ku di bin kavilan de mane kir, û daxwaza fişarê li ser Neteweyên Yekbûyî kir da yekser û bilez tevbigere.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ji Goldrich re got ku rewşa xelkê ku di bin kavilan de mane di ser xeyal û sawêran re ye, û civaka navdewletî nizane çawa alîkariyên lezgîn bighîne hewcedaran, û ji Emrîka daxwaza zêdekirina alîkariyên ku bo Berevaniya Sivîl û Saziyên Hawarçûnê ji ber pêdviyên mezin pêşkêş dike kir.
Û tekez kir ku nepêkan e ku mirov bipejirîne ku alîkarî bi rêya rijêma Esed ji Sûriyan re bên şandin, ew rijêma ku bûye sedema kuştina bi sed hezaran Sûrî di salên bûrî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî