Îro, roja sêşembê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî hevdîtin ligel nûnerên çendîn dewletên dostên gelê Sûriyê kir, û di hevdîtinê de bi wan re pêşhatên meydanî û siyasî û bi taybetî rewşa penaberên Sûrî di dewletên têre derbas dibin û herwiha destêwerdana leşkeriya Rûsiya ya rasterast di Sûriya de û tevî pilana Dî Mistora hatin gengeşekirin.
Cêgira serokê Hevbendiyê Nexem Xadirî got: “ku dostên Sûriyê kêmterxemin di pişgiriya gelê Sûriyê de di biyavên siyasî û leşkerî de, berovajî piştgiriya berdewam ya ji aliyê heryek ji Rûsiya û ji Îranê bo rêjîma Esed”, û Xadirî tekez kir ku “çareseriya siyasî derbas nabe bi rêka tank û balfirên Rûsiya û kuştarên mêlîşeyên Îranê û Hizibulaha terorîst di derheq gelê Sûriyê de”.
Dîsa Xadirî got ku Hevbendiyê gav avêtine ber bidezgehkirina pêwendiyan ligel hêzên siyasî û leşkerî û yên sivîl û dîtina rêkarên têkliyên hevbeş di navbera wan de û tevî destnîşankirina karname û mêkanizmên kar û pabendiya tevan bi helwestên sînordar li hember pêşhatên siyasî û danîna mêkanizmên standina biryaran derbarê her guhertinekî di paşerojê de”.
Derbarê pilana Dî Mistora, Xadirî bal kişand ku hêzên siyasî û leşkerî û şoreşgerî hevdeng in di navbera xwe de li ser pilana şanderê navdewletî, û dazanîn ku hemû kok û hevdengin li ser lêvegera daxuyaniya Jinêv û pêşvebirina piroseya siyasî ber bi çareseriyek siyasî ku têde dirustkirina desteyeke fermanriwiya veguhêz bi tevaya desthilatên cêbicêkirinê tevî desthilatdariyên serokatiyê û yên siyasî bêne misoger kirin.
Jêder:Hevbendî