Wezîrê Derve yê Si’ûdî Adil Elcubêr tekez kir ko Bijarteya leşkerî li dijî Beşar Esed li Sûriyê hêj lidar e. Diyar kir ko “Bijarteya herî baş ko çareseriya siyasî be li gora daxuyaniya Cinêvê ya ko dê Desteyeke desthilatiya veguhêz çê bike da Welat bi bal paşerojeke nû ve û çaktir bê Beşar Esed amade bike..”
Elcubêr di daxuyaniyeke rojnamevanî de piştî civîna Encûmena Wezîran ya Encûmena Hevkariya Kendavê destnîşan kir ko Şoreşger hêj piştî evqas dem jî,hê bêtir dijî rijêmê li ber xwe dide. Bi hêvî ye ko çareserî siyasî be da bêtir wêranî çê nebe û sivîl bêtir neyêne kuştin û ferman di destê Beşar de ye.
Li ser daxuyaniya serokê Rûsya Filadîmêr Potîn li ser danpêdana hebûna Rûsya li Sûriyê Elcubêr got: “hebûna Rûsya berî daxuyaniyên Potîn aşkere bûn û em dibînin ko gef in”. Elcibêr helwesta Siûdiyê tekez kir ko rewaya Beşar Elesed têk çûye, û gerek biçe û cihê wî di paşeroja Sûriyê nîn e.”
Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Bedir Camûs gotiye: “gerek Civaka Navdewletî digel hev ji bo çûna Esed û peyayên wî kar bikin û Desteyeke desthilatdar ya veguhêz bi hemû karînan li gora daxuyaniya Cinêvê damezirînin, û ew bi tenê dikare tiroristiyê bişikîne.”
Camûs tevgerên Rûsya yên dawiyê li Sûriyê pirotesto kirin, bi taybetî têwerdana wê ya aşkere, destnîşan kir ko “Bi evê têwerdana leşkerî Rûsya dibe Şirîka Rêjîmê ya berê çek û cebilxane û rawêjkarên leşkerî çar salan jê re dişandin ”
Doz li desthilata Rûsî kir ko hêza xwe bi tevayî ji Sûriyê vekêşîne û hişyarî da ji evan kirdeyên ko gelek tiştan bi xwe re bîne û Şoreşgerên Sûriyê yên ko şerê nandoz û çeteyên Esed û rêjîma Îranî dikin ewê xwediyê çareyê bin û dê bi destê wan bê. Çi leşker li hundirê Sûriyê ko li dijî Şoreşgeran şer dikin dibin amanca wan.
Hevbendî+Acans