Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî, bêdengiya Navdewletî protesto kir û got evê bêdengiyê hişt ko Rêjîma Esed li Taxa Cober li Şamê çekên Kîmawî bikar bîne.
Ew dibîne “Istratîciya Hevpeymana Navdewletî ya ko Rêkxistina Daiş amanc dike û çavên xwe ji tawankariyên Rêjîma tirorist digire, ravekirina wê ko ruhniya kesk li ber Rêjîmê vêdixe, dihêle ko hemû cûreyên stem û tundiyê û wêraniyê berdewam di dermafê sivîlan de bê sizakar û bê çavdêr bikar bîne.”
Got”Helwesta Navdewletî ya ko sûr e li ser piştguhkirina tawankariyên Rêjîma Esed rê dide berdewamiya barandina bermîlên teqîner û mûşekên bi serikên kîmawî barkirî bi ser sivîlan de.”
Bikaranîna gaza kilor li dijî sivîlan piştî ko Hêzên Esed nema dikarin pêşketinên meydanî misoger bikin, tev ko erbeyek Rûsî ya nû û çekên kîmawî li dijî xelkê bikar tînin.
Elmislit axaftina xwe bi evê gotinê bidawî kir: “Kiryarên ko li Taxa Cobera Şamê û li Xûta Rojhilat dibin, Dewletên cîhanê didin ber ko berpirsiyariyên xwe yên yasayî, mirovî û sincî hilgirin, û xwîna Sûriyan ya ko Rêjîm dirêjîne bi encama bêdengiya Navdewletî arzan nebînin”
Herweha Mihemed Xêr Elwezîr endamê Hevbendiya Niştimanî hişyarî da ji gava ko taxa Cober û Taxên Xûta “kuştarên nû û operasiyonên wêrankirinê bi hemû cûreyên çekan çê bûn” destnîşan kir ko “xelkên Cober ji qurbaniyên çekê Kîmawî bûn ya ko bi wê Beşar Esed mezintirîn tawankariyên cengê di sedsala 21ê de kirine”
Jêder: Hevbendî