Hevrêzkara ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li herêmên rizgarkirî Necîb Rehmûn, piştî ku bajarê Hemayê hat rizgarkirin û xelkê wê karîne vegerin, spasiya her bajar, gund û bajarokê ku aware û derbider hembêz kiribûn kir.
Bi boneya azadkirina bajarê Hemayê, Rehmûn wiha got: “Di roja rizgarkirinê de, em bi rêzdarî û minetdarî li hember her bajar û gundê ku em hembêz kirine û her axa ku hevpariya têkoşîna me kiriye radiwestin.”
Rehmûn spasiya Kefer Zêta, El-Letamîne, Morek, Etşan, gundewarê Hemayê yê rojhilat, El-Ghab, Qelaat El-Madiq, Kefer Nebûde, Şehşebo yên sembolên berxwedanê kir.
Her wiha spasiya gelê Idlib û gundewarê wê kir û bi taybetî behsa Kefer Texrim, Me’era, Seraqib, Xan Şêxûn, Ermenaz, Selqîn, Sarmeda, El-Dana, Atma û Derkûş kir û tekez kir ku her bosteke axa we jîngeheke hêviyê û penageheke azadiyê ye.
Wî bal kişand ser wê yekê ku ew ê gundewarê Helebê ji bîr nekin ku her gav ji Efrînê heta Ezazê, ji Ra’î heta Babê û ji Cerablûsê heta Mari’h û Axtarînê yên ji bo derbider û koçberan piştevan bûn.
Bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji her bajarî re, ji her gundî re û ji her bajarê ku derî û dilê xwe ji me re vekir re… Ji dil û can spas ji we re, em ji we bûn, lewra hûn bûne parçeyek ji me û dîroka me ya ku nayê jibîrkirin.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî