Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Mihemed Qedah, diyar kir ku tevgera gel li parêzgehên başûrê Sûriyê tekez dike ku hemû planên ku herêmê armanc dikin ji bo têkbirina giyanê şoreşê têk çûn, û vaye xwepêşandanên li pey hev li Siweyda û Deraayê piştrast dikin ku şoreş hîn vêketî ye.
Û Qedah got ku Sûriyên ku rastî her cureyên zordarî û tundûtûjiyê hatine, li ser destê rijêma Esed û milîsên ku di bin fermana wê de li parêzgehên başûr kar dikin, heta niha berxwe didin, û fêlbaziyên rijêmê û hevkarên wê nikarîn giyanê şoreşê di dilê wan de bikuje.
Û Qedah got ku tevgera gel li gundewarê Derayê, û çend roj berê li bajarê Siweyda û gundewarê wê, nîşanên berdewamiya giyanê şoreşgerî ne di nav xelkê herdu parêzgehan de.
Û duh çarşemê metingên nerazîbûnê yên gelêrî hatin nûkirin, û bi dehan kes beşdarî xwepêşandanekê li bajarê Casim li bakurê Deraayê bûn, ku têde daxwaza ruxandina rijêma Esed û serbestberdana girtiyên di girtîgehên rejêmê de kirin.
Û di xwepêşandanê de welatiyan alên şoreşa Sûriyê bilind kirin, û pankartên bi nivîsa “Ji bo girtiyan em ê her roj derkevin. Girtiyên me raza berxwedan û mana me ne. Azadî ji girtiyan re”hildan.
Û Xwepêşanderan bang li tevaya xelkê parêzgehê kirin ku ji bo piştgirîkirina girtiyan derkevin xwepêşandanên cemawerî û daxwaza rawestandina girtinên kotekî yên ku ji aliyê dezgehên rijêmê û milîsên xwecihî yên ku Îran piştevaniya wan dike, bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî