Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Mihemed Qeddah, Wek bersivê ji daxwiyaniya Husên Rifaî yê endamê partiya Baais re, got ku rêjîma Esed û milîsên ku ew wan xwedî dike û piştevaniya wan dike, sedema sereke ne ya binpêkirinên li parêzgeha Deraa ya başûrê Sûriyê pêk tên, ji berê de û niha jî.
Qeddah anî ziman ku tawan û binpêkirinên rêjîma Esed li Deraayê, tolhildan in ji xelkên herêmê yên ku heta niha pabendên giyanê şoreşa Sûriyê ya gewre ne û bi tundî desthilata rêjîma Esed li ser parêzgehê red dikin. Û berdewam kir û got “Berdewamiya axaftinên rijêmê ku ew berxwedanê dikin, êdî bûne cihê pêkenînê, piştî ku wê statûya Îsraîlê bi dehên salan parast û dirûşmên wê di helwestên cedî de hatin eşkerekirin.”
Qeddah îro duşembê di daxuyaniyekê de tekez kir ku rêvekirina civaka navdewletî ji parçe-çareseriyên têkçûyî re li Deraayê, bûye sedema nearamiyê li herêmê û berdewamiya alozî û binpêkirinan ji aliyê rêjîma Esed û milîsên xwecihî yên ku ew serperiştiya wan dike.
Her weha got ku tu çareserî li Sûriyê bi mana rêjîma Esed ya milet wê nefret dike li ser desthilatê nayê cîbicîkirin, û ti alternatîvek ji çareseriya siyasî re li gorî biryarên navdewletî re tune ye, nemaze biryara 2254, û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo veguhestina siyasî û aktîvkirina hesabdîtinê bi tawankarên cengê re yên ku bi dirêjiya salên borî binpêkirinên giran li dijî sivîlan pêk tînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî