Komîta yasayî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de bîrnameyek ji emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî û ji encûmena ewlehiyê û endamên herdemî re şand, tê de nerazîbûna xwe ji nepabendiya Rûsya bi cîbicîkirina biryara navdewletî 2401 re diyar kir, û dibîne ko Mosko biryarên Encûmena ewlehiyê têk dide û ew li nediristî û tawankariyê wê dinere.
Bîrnameyê ya ko imzeya serokê komîtê Heysem Elmalih li ser bû, anî ziman ko operasiyona leşkerî ya li ser Xûta rojhelat bi serpereştiya Rûsya nerawestiyaye tev ko Encûmena ewlehiyê biryara 2401ê di 24.02.2018ê de derxistiye, ya ko dibêje divê 30 rojan kirdeyên leşkerî rawestin û dorpêç rabe û alîkariyên mirovî derbas bibin û birîndar ji Xûta bo çareserkirinê derkevin.
Bîrnameyê bal kişand ser ko Rûsya ji dêvla bi biryara Encûmena ewlehiyê ya ko deng li ser daye pabend be ya ku hêj ximava wê li ser kaxezean zuha nebûye, digel rêjîma Esed û milîtanên Îranî di bombebarana bajar û bajarokên Xûta rojhelat de berdewam e, di encamê de bi dehan kes ji nav wan zarok û jin birîndar û şehîd ketine.
Destnîşan kir ko gaza kilora jehrîn jî di 25.02.2018ê de carekê li ser bajarokê Elşîfoniyê bikar hatiye, di encamê de zarokek şehîd ketiye û 18 kes ji nav wan zarok û jin û xwebexşên di berevaniya sivîl de birîndar bûne.
Komîta yasayî got ko ragihandina serokê Rûsya Viladîmêr Potîn ji agirbesteke rojane 5 demjimêran tekeziyeke li ser ko ew serpereştiya kampanya leşkerî li Xûta rojhelat dike, her weha dibîne ko ev tişt ‘’binpêkirina biryara encûmena ewlehiyê ye û têkbirina biryarên Encûmenê ne ya ko ji pêkanîna aştî û aramiya navdewletî re bêkêr bûye. ‘’
Her weha komîta yasayî tekez kir ko peymana agirbestê ya ko ji niştecihan re dibêje di buhêrkên aram re derkevin, tê wateya guhertina dîmugrafîk ya ko Rûsya û Îran dixwazin û niştecihan dike ber du bijarteyan an koçkirin an jî kuştin.
Komîtê bîrnameya xwe bi daxwaza ji Encûmena ewlehiyê bidawî kir, ko beraberiya Rûsya bike ji ber ku ew aliyek di nakokiyê de ye û agirbesta giştî li Sûriyê feriz bibe û dorpêçê ji ser hemû herêman bê rakirin û alîkariyên mirovî derbas bibin û girtî bêne berdan, hem jî dosya Sûrî bi bal dadgeha tawankariyên navdewletî bête şandin û tekezî li ser derketina hemû milîtanên biyanî yên piştgirtî ne ji aliyê Îran û Rûsya ve bibe.
Komîta yasayî daxwaz kir ko ji derveyî Encûmena ewlehiyê kar bê kirin eger vîtoya Rûsî yan Sînî bê bikaranîn, di rêya komelgeha giştî ya Netewên yekgirtî li jêr biryara hevgirtina bo pêkanîna aştiyê ya hejmar 377 sala 1950, yan jî tevger di rêya kongirê hevalên Sûriyê re bibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî