Birek ji pispor û ragihênerên Sûrî îroj dest bi destnîşankirina giringtirîn pirsgirêkên ku di riwê karê ragihandina şoreşa Sûrî de derdikevin kirin. Wek gaveke destpêkî bo dabeşkirina pirsgirêkê ji bo hêsakirina dîtina çareyan. Kar li ser 5 kargerên sereke hate dabeşkirin, ya yekem kaxezeke kar pêşkêş kirin, tê de behsa pirsgirêka nebûna pisporiya pîşeyî kir. ya didwan komîta erşîfê û benga zaniyariyan bû, pirsgierêka kêmaniya jêder û erşîfên ragihandinê yên bi şoreşa Sûrî ve girêdayî ne çareser dike. Endamên kargera sisyan têkilî bi hindur û çalakvanan re gotûbêj kir. xula çaran kaxezek karê dî pêşkêş kir tê de awayên belavkirinê û têkiliyên civakî çareser kirin. di xula dawî de hindek ji pisporan û kakerên di warê ragihandinê de pirsgirêkên jêderên darayî û bandora wan li ser nameya ragihandinî û serbixwebûna biryarê çareser kirin.
Pisporê ragihandinê Husamidîn Mihemed pesnê vê pirojeyê wisa da: ” Gava rast e ber bi destnîşankirina diruvên karê ragihandina Sûrî de , ku Beşar Esed bi mebest ew dûr xistibû, da sûdê bi belavkirina ecindeyên xwe yên siyasî yên taybet wergire, em îroj hatine vir da em bi Sûriyan re dest bi dest bisekinin, da em ezmûneya ragihandinê ya bêhempa ku çalakvanên şoreşa Sûrî ew afirandine rast bikin, Ezmûneya ragihandinê îro di şoreşê de hêja ye rêzgirtin û lêkolînin berfireh li ser çêbibin bo serastkirin û gihiştina asta pîşeyî ya xwestî. Tu kes nikare vî erkê şoreşgerî yê gewre di vî warî de mandel bike, di heman demê de tu kes nikare giringiya serastkirina şaşiyên encamdayî jî mandel bike, metirsiya ragihandinê îro ne kêmî ya çekê ye, û neafirandina kenalên ragihandinî pîşeyî û serbixwe dibe ku ziyanê bigihîne şoreşê, û boblatên civakî bi ser de bîne. Pêşkêşkirina şîretan bo çêkirina ragihandinek azad û dûrî bendên siyasî ku rejîma Esed ferz kiribûn pêwisiyek giring e, û serkeftina amadekirina wê ragihandinê gaveke rastîn ji bo hişiyarkirina raya giştî, xwecihî û erebî û navdewletî ye, û herweha lezkirina pêşxistina dûlabê şoreşa azadî û yasayê ye “.
Jêder: Hevbendî