Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce tekez kir ku yekîneyên şoreşgerî yên şervan li Sûriyayê û tevlî yekîneyên Islamî, bo nerîna Artêşa Niştimanî û nasnameya Sûrî a bala ku di ser her tiştî re be amade ne, ew jî piştî hindek civînên şêwirdarî ku di navbera Hevbendiyê û nûnerên wan yekîneyan lidar ketin.
El – Xoce di hevpeyvînekê bi malpera Zeman El – Wesil re got:” Em niha kar li ser dûbare -pêkanîna eniya Bakurî û girêdana wê bi eniya Başûrî ve bi yek serkirdayetiyê dikin, em niha li ser vê yekê di riya gelek şêwiran re kar dikin, dibe ku serkirdayetiya leşkerî ji van her du eniyan be, tev wilo jî ez guman dikim ku wê di bin siya guhertinan de û şerê dijî tirorê li Bakurê Sûrî, û destpêka valakirina hindek dever ji rêxistina Daişê li Gundewarê Helebê, wê giringî bêtir bê den bo pêkanîna serkirdayetek hevbeş, û damezirandina bingehek rastîn bo artêşeke niştimanî “.
Di bersiva pirsekê derbarê axavtina şanderê navdewletî Dî Mistora di Encumena Ewlehiyê de, serokê Hevbendiyê tekez kir ku ” Rapora Dî Mistora, dema yekîneyên şervan ên şoreşger xistin heman astê de bi rejîma Esed re neheqî bû”.
Xoce berdewam kir:” Me di Cinêv2 de amadebûna xwe bo gotubêjkirina hemû nerînên Cinêvê, û veguheztina bo fermandariya veguhêz diyar kir, lê rejîma Esed ev yek nepejirand, me jî ji Dî Mîstora re got ku pirsgirêk ne di amadebûna hevrikiyê bo Cinêvê ye, lê pirsgirêk di hebûna hêzekê de ye ku rejîmê careke dî bikişîne ser maseya diyalokê. Lê Dî Mîstora nedikarîbû bersivê bide “.
Xoce dîsa tekez kir:” Hevbendî bi rastî çareya siyasî dixwaze, lê bêkêriya rêxistina navdewletî nahêle ew yek bibe, ji ber ew nikare yan naxwaze ku rejîmê bikişîne ser maseya diyalokê, tev ku biryara nemre(2118) diyar kir ku wê hêz dijî aliyê ku çareya siyasî nepijirîne bikar were”.
Xoce bal kişand ku milletê Sûrî “Komek hevalên wî hene, lê ne hevalên rastîn in, diyar e ku helwesta hindek dewlet ji hevalan, ne di berjewendiya milletê Sûrî de bû, hin dewlet hene di wê girûpê de dixwazin Esed bidin pêş û wî li ser desthilatê bihêlin ,lewre dema ku gazin ji perçebûna hevrikiyê dikirin, rewşa perçebûna di hindirê vê koma hevalan de diyar dikirn, armanca Hevrikiyê zor zelal bû, ku ew jî rûxandina rejîmê bi hemû sembolên wê ve, û avakirina rejîmeke dimuqratî û pirnetew, ku mafê hemû kêmnetewan çi oldarî çi netewî bin bê parastin û misogerkirin, û dema ku ev perçebûn di hindirê koma hevalên Sûrî de mezin bû karîna berdewamiyê nema “.
Jêder: Hevbendî