Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya îro de, eşkere kir ku di heyva Tîrmeha 2023an de, 55 sivîl li Sûriyê hatine kuştin, 16 zarok, 4 jin û 3 kesên ji ber îşkenceyê mirine di nav wan de hebûn.
Û raporê eşkere kir ku ji 55 sivîlên ku di heyva bûrî de li Sûriyê hatine kuştin, rijêma Esed 8 sivîl kuştine, zarokek û jinek di nav wan de hebûn, milîsên PYDe yên terorîst jî 4 sivîlên ku 3 ji wan zarok in kuştine, û Hêzên hevpeymaniya navdewletî sivîlek kuşt, û hêzên Rusya sivîlek kuşt, û li gorî raporê 41 sivîlên ku 12 zarok û 3 jin di nav wan de hene bi destê aliyin din hatine kuştin.
Û raporê 2 komkujîyên ku di heyva bûrî de pêk hatine û hejmara kuştiyên her du komkujiyan gihiştiye 13 sivîlan, 5 zarok û jinek di nav wan de hebûn, tomar kir, her wiha raporê kuştina endamekî ji kadroyên Berevaniya Sivîl belge kir.
Û Parêzgeha Helebê ya herî bêhtir qurbanî lê hebûn bi rêjeya 37.5% ji hejmara kuştiyên ku di Tîrmehê de hatine belgekirin, li dûv wê parêzgeha Deraa bi 25% ji hejmara kuştiyan tê, piraniya wan li ser destê aliyin din hatine kuştin.
Û Tîma kar a Tora Mafên Mirovan, mirina 3 kesan bi sedema îşkenceyê di heyva Tîrmehê de belge kir, û li gorî raporê rêjeya qurbaniyên bi sedema îşkencekirina li ser destê hêzên rijêmê gihişte nêzîkî 39% .
Û Raporê daxwaz ji Encumena Ewlekariyê kir ku rêşûnên zêde piştî derketina biryara jimare 2254 bistîne, û cextî li ser pêwîstiya şandina dosyaya Sûriyê bo Dadgeha Tawanan ya Navdewletî kir, û ku hemû kesên tevlî tawanên li dijî mirovatiyê û tawanên cengê bûne, bên sizadan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî