Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, tekez kir ku hêzên rijêma Esed sivîlên ku rexne li rijêmê kirine û li ser têkçûna ketwarê xizmetguzarî û aborî û gendeliyê li deverên di bin kontirola rijêmê de axivîne, girtine.
Û Tora Mafnasî di rapora xwe ya îro çarşemê derketiye de, got ku di heyva tîrmeha bûrî de, ne kêmtir ji 197 haletên girtinê, 11 zarok û 3 jin di nav wan de hebûn, belge kirine, û got ku 167 ji wan girtiyan bûne binçavkiriyên kotekî.
Û raporê diyar kir ku 94 haletên girtinê li ser destê rijêmê bûn, du zarok û 3 jin di nav wan de hebûn, û 54ên ku 9 zarok di nav de hebûn li ser destê milîsên PYDe yên terorist bûn, û raporê 28 haletên girtinê yên ku li ser destê Heyet Tehrîr Eşam pêk hatine tomar kirine, û 21 halet li ser destê aliyên dîtir bûn.
Û raporê bal kişand ser ku rêjeya herî bilind a girtiyên kotekî di heyva tîrmeha bûrî de li gorî dabeşbûna parêzgehan, para parêzgeha Helebê bû, û di pey re gundewarê Şamê hat, û paşre Idlib û Dêra Zorê bûn, û li pey wan Şama paytext bû, û paşre Hesekê û di pê re Hema û li dawiyê Deraa hat.
Û raporê bal kişand ser ku tevî hemû mersûmên lêborînê yên ku rijêmê derxistine, hîna nêzîkî 135.253 girtiyên kotekî li bal rijêmê hene, û bal kişand ser ku mersûmên lêborînê tenê hejmareke pir hindik ji girtiyan serbest berdidin, û rijêm hîn di operasyonên girtina kotekî û binçavkirinê de berdewam e.
Û rapora Tora Mafnasî cextî li ser pêwîstiya serberstberdana zarok û jinan kir, û got ku divê birina endamên malbatê û dostan weke rehîneyên cengê bê rawestandin, û ji Encumena Ewlekarî ya Navdewletî xwest ku biryarên ku ji hêla wê ve derketine nemaze yên hejmar 2042 û 2043 û 2139 cîbicî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî