Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, di raporta xwe ya rolane ya heyva tîrmehê ya sala 2022an de, eşkere kir ku hejmara qurbaniyên sivîl ji encama binpêkirinên rêjîma Esed û milîsên PYDe yên terorîst di meha bûrî de gihabû 14 şehîdan, 4 mêr, 2 jin û 8 zarok, û 30 kes birîndar bûn, 11 mêr û 4 jin û 15 zarok bûn.
Û raporê eşkere kir ku rêjîma Esed û hevalbendên wê di ber kuştina 12 sivîlan (3 mêr, 1 jin û 8 zarok) û birîndarkirina 27 sivîlan de (9 mêr, 3 jin û 15 zarok) berpirsyar bûn, û milîsên PYDe yên terorîst di ber kuştina 2 sivîlan de (1 mêr û 1 jin) û birîndarkirina 3 sivîlan (2 mêr û 1 jin) berpirsyar bûn.
Û raporê diyar kir ku operasiyonên li ser deverên rizgarkirî ji aliyê rêjîma tawankar ve 121 operasiyonên sereke yên ku piraniya wan bi topxaneyan bûn pêk hatin, û di heman demê de milîsên PYDe yên terorîst deverên rizgarkirî bi 11 operasyonan armanc kirin, û piraniya wan bi bombebarankirina ji dûr ve bûn.
Û raporê bi bîr anî ku rijêma Esed ya tawankar di ber cîbicîkirina komkujiyekê de li gundê Elcedidê yê bi ser bajarê Cisir Elşixorê ve berpisyar bû, û têde deh kes şehîd ketin û 15 jî birîndar bûn, tev de jî sivîl bûn.
Û rapêra Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan, bal kişand ser berdewamiya tawanên binçavkirina bi kotekî û îşkenca rêbazkirî dermafê bi hezaran Sûrî di zîndan û girtîgehên rijêma tawankar de, her weha operasyonên leşkerkirina bi kotekî û leşkerkirina zarokan ji hêla milîsên PYD yên terorîst ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî