Hêzên Rijêma Esed û Rusya, di heyva Adara bûrî de, di armanckirina sivîlan û navendên jiyanê û dibistan û perestgehan de berdewam bûn, û raporeke mafnasî kuştina 96 sivîlan , 15 zarok û 6 jin di nav wan de hebûn, tomar kir, û gotin ku kadroyekî Berevaniya Sivîl di nav qurbaniyan de hebû.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya mehane de, ya ku têde rewşa mafên mirovan li Sûriyê di heyva Adara 2023an de şopandiye, diyar kir ku wê mirina 7 kesan bi sedema îşkencekirina li ser destê hêzên serdest li Sûriyê tomar kiriye, û herî kêm 4 komkujî hatine, tomarkirin.
Û raporê bal kişand ser ku ne kêmtir ji 164 kesan, 9 zarok û 3 jin di nav wan de hebûn, tomar kiriye, û rêjeya herî mezin ji wan li ser destê hêzên rijêma Eesed li parêzgehên gundewarê Şamê û bajarê Şamê û piştre Derayê bûn.
Û raporê anî ziman ku herî kêm 5 êrîş li ser navendên jiyanê yên sivîl pêk hatine, û hemû li ser destê hêzên rijêma Esed bûn, û piraniya wan li parêzgeha Helebê bûn, û yek ji wan êrîşan li ser dibistanekê û yek jî li ser perestgehekê bû.
Û raporê amaje bi wê yekê kir ku ketina qurbaniyên sivîl ji ber mayînan li parêzgeh û deverên cuda yên Sûriyê berdewam e, û herî pir li parêzgehên Dêra Zorê bûn, û hejmara qurbaniyên mayînan di heyva Adarê de gihîşt 32 sivîlan, 6 zarok û 3 jin di nav wan de hebûn.
Û raporê tekezî li ser pêwîstiya ku rijêma Esed bombebarana xwe ya bêserûber û armanckirina deverên niştecihbûnê, nexweşxane, dibistan û bazaran rawestîne , û nema cebilxaneyên qedexe û bermîlên teqîner bikar bîne, û pabendiyê bi biryarên Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî û yasaya mirovî ya naskirî bike, kir.
Û Tora Mafên Mirovan daxwaz ji nûnerê Netewên Yekbûyî li Sûriyê kir ku tawanbarên ku tawan û komkujî pêk anîne û bûne sedemên sereke yên têkbirina rêkeftinên kêmkirina şer şermezar bike, û pêvajoya aştiyê vegerîne rewşa wê ya asayî, piştî hewlên şêwandina wê ji aliyê Rusya ve, di riya pêşdedana Komîteya Destûrî û danîna wê li pêşiya Desteya Hikumdariyê ya Veguhêz.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî