Raporên Mafnasî, sedemên sereke yên ku dihêlin penaberên Filestînî li Sûriyê malûmilk û erd û kelûpelên malan û tiştên kesayetî bifroşin, da bi nirxê wan karibin ji Sûriyê berve dewletên Yakîtiya Ewropayê ve birevin, diyar kirin.
Û Giropa Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê got ku xelkên kampên penaberên Filestînî li Sûriyê berê xwe didin firotina malûmilkan, da ku bi çi rêyê be ji Sûriyê derkevin.
Û Giropa Kar diyar kir ku ji sedemên girîng ên firotina malûmilkan û hizra koçberbûnê, rewşên ewlekarî yên xerab û serdegirtinên rojane û binçavkirinên bêserûber in, ji bilî tirsa herdem ji girtinê û nebûna aramiyê di jîngehekê de ku diz û çete û şêlandin û talan têde belav bûye.
Û raporê bal kişand ser ku xelkê kampa Elyermok li Şamê, nikarin malên xwe yên ku operasyonên leşkerî yên rijêma Esed û balefirên Rusya di sala 2018an de wêran kirine da ku kampê û derdora wê bikin bin kontirola xwe jinûve ava bikin, û bal kişand ser ku 40% ji niştecihên kampa Xan Denon malûmilkên xwe bo debara jiyanê û derketina derveyî Sûriyê firotin, û heman tişt li kampa Elhuseyniyê li gendewarê Şamê çêbû.
Û raporê anî ziman ku gelek malbat ji Deraa û kampa Deraa bi awayekî vebir red dikin ku zarokên xwe bişînin leşkeriya neçar li bal rijêma Esed, û wê yekê hişt ku xelk malûmilkên xwe bifroşin ji bo ku zarokên xwe ji Sûriyê derînin.
Û raporê eşkere kir ku rewşa ewlehî ya xerab û kiryarên serkurtkirinê dermafê xelkê kampa Elnêreb li bajarê Helebê, û tirsa ji girtina di çi kêliyê de be, sedemên sereke ne ku bi firotin û koçkirinê biramin, û bal kişand ser ku rewşa li kampa Henderat li gundewarê Helebê ji rewşa kampên dîtir ne çêtir e.
Û Giropa Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê tekez kir ku belavbûna diyardeya firotina mal û dikanên bazirganî li seranserê kampên Filestîniyan, sedema wê tunebûna ewlehiyê û ketwarê aborî û debara jiyanê ya dijwar e, yên ku welat ji salan de derdê wê dikşînin, bêyî ku çi hêvî an asoyên çareseriyê hebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî