Navenda Wisûl ya Mafên Mirovan (ACHR), dît ku biryarên hikûmetê li Libnanê sedemek sereke ne ji yasakirina helmetên dersînorkirina bi kotekî re dermafê penaberan li Libnanê, ya ku faktera bingehîn a zêdebûna operasyonên bazirganiya mirovan e di riya veguhestina neyasayî di sînoran re.
Û Navendê di rapora xwe ya vê dawiyê de, ya bi sernavê “tawanên revandinê û bazirganiya mirovan piştî dersînorkirina penaberan bi awayekî kotekî ji Libnanê”, 365 haletên dersînorkirina bi darê zorê dijî penaberên Sûrî ji Libnanê ji destpêka helmeta ewlekarî di Nîsanê de heta 13ê vê heyva Hezîranê de belge kirine, (di nav de 12 penaberên kaxezên niştecihbûnê yên yasayî bi wan re hene, û 13 jin, 22 zarok û 2 kesên ji beşên din ên civakê) hebûn, û ji destpêka helmetê ve, 841 haletên binçavkirina kotekî tomar kirine, (di nav de 17 penaber bi kaxezên rûniştinê yên yasayî, 13 jin, 25 zarok , û 2 endamên din ên civakê) hebûn.
û raporê di heyama helmeta ewlekarî de, 82 haletên penaberên dersînorkirî yên ku ji aliyê desthilatên Libnanî ve radestî desthilatên rijêma Esed, nemaze bo Firqeya çaremîn, hatine kirin, tomar kirine, û wê jî ew radestî qaçaxçiyên mirovan di riya sînor re kirine.
Û Navendê bal kişand ser revandina şeş çalakvanên penaberên Sûrî ji aliyê balyozxaneya rijêmê ve li Beyrûtê, û amaje bi wê yekê kir ku tawanên revandinê bûne diyardeyek û dibe ku berbelavtir bibe eger hikûmeta Libnanê bi awayekî cidî ji bo dîtina mîkanîzmekê bo sizadana tawankaran nexebite.
Û Raporê pêşniyar kir ku hikûmeta Libnanî divê ewlehiya penaberên Sûrî û yên di bin metirsiya destdirêjiya revandina li ser destê komên çete û torên bazirganiya mirovan de misoger bike.
Û Raporê ji Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR) xwest ku parastina penaberên ku herî zêde di bin gefa tawanên revandinê de ne çak bike, û piştgiriya psîkolojîk û civakî ya pêwîst ji wan re peyda bike, dema ew rastî çi operasyonekê bên û bandora derûnî û govdeyî li wan bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî