Dezgehên ewlekarî yên Rijêma Esed, di kuştina girtiyan di zindan û girtîgehan de berdewam in, û yasayên navdewletî û yasayên mafên mirovan li cîhanê paşguh dikin.
Û Tîma şopandin û belgekirinê ya Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê, mirina penaberê filistînî yê bi navê “Fadî Omer Ezêrî” di bin îşkencê de di girtîgehên rijêma Esed de belge kir, li gorî dîdevaniya yek ji kesên ku di heyva gulana 2022an de serbest hatiye berdan.
Û Girûpa Kar anî ziman ku Ezêrî ji xelkê devera Cidêdet Artûz yaku bi ser gundewarê Şamê ve ye, û pîşeyê wî çêkirina dolabên otombêlan e (gomecî), û di bin îşkencê de di zindana Seydnaya ya leşkerî ya rijêma Esed de ya li gundewarê Şamê jiyana xwe ji dest da.
Û serjimariyên belgekirî yên “Grûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê” balê dikşîne ser ku hejmara girtiyên penaberên filistînî di girtîgehên rijêmê de ji du hezaran bêhtir e, û hejmara penaberên filistînî yên ku di bin eşkencê de di girtîgehên rijêmê de jiyana xwe ji dest dane gihaye (644) kesan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî