Raporteke hevbeş ya Komelya Rojnamevanên Sûrî û Parêzerên Sûrî yên Azadîxwaz, anî ziman ku rijêma Esed hîn di serê lîsteya berpirsên binpêkirin û tawanên li dijî rojnamevanan û dezgehên ragihandinê li Sûriyê ye, yên ku ji sala 2011an heta dawiya sala 2022an de pêk hatine, û got ku rijêma Esed dijminê çapemeniyê ye, û xerabtirîn kujerê rojnamevanan e li Sûrîyê.
Û Rapora hevbeş 1471 binpêkirinên li dijî dezgehên ragihandinê li Sûriyê li ser destê aliyên curbecur ji sala 2011an heta dawiya cotmeha sala 2022an belge kiriye, û got ku rijêma Esed di ber 621 binpêkirinan de berpisyar e, û yên herî giran ji wan kuştina 316 rojnamevan bi destê rijêmê ye, ji hejmara 464 rojnamevanên ji sala 2011an de ta niha hatine kuştin.
Û Raporê got ku binpêkirinên li dijî xebatkarên warê ragihandinê li Sûriyê, çi Sûrî û çi biyanî bin, hişt ku Sûriye kêmtirîn welatê ku rêzê li azadiya çapemeniyê digre be, li gor lîsteya pîvanên Rojnamevanên Bêsînor ya ku her sal tê weşandin, ji ber ku Sûriye di rêza 171ê de ye di nav 180 welatan de, li gorî nirxandina herî dawî ya ku rêxistinê di sala 2022 de derxistiye.
Û raporê bal kişand ser ku di warê binpêkirinên li dijî rojnamevanên biyanî de li Sûriyê, rijêm mezintirîn berpirs bû di ber binpêkirinên li dijî rojnamevanên biyanî, ji ber ku wê 21 binpêkirin ji 74 binpêkirinên ku ji sala 2011an heta dawiya cotmeha 2022 pêk anîne.
Û raporê bal kişand ser ku piştî derbasbûna zêdetir ji 11 salan di ser bûyerên xwîndar ên Sûriyê re, yên ku bandor li sivîl û rojnamevan kirine, malbatên qurbaniyan hîn li benda dadweriyê ne, her weha kartêkerkirina mîkanîzmayên sizakirina kesên binpêkirin dermafê rojnamevanan pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî