Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê bi boneya salvegera Nekbeya Gelê Filistînê, eşkere kir ku Filistîniyên li welatên penaberiyê jî rewşa wan hêmin nebû, ji ber ku ji kampên xwe hatin koçberkirin û aware bûn, ji Libnanê de dest pê bû ta gihişt koçberkirina kotekî ji kampên Şam, Deraa û Helebê li Sûriyê.
Û Giropa Kar amaje bi wê yekê kir ku piraniya kampên Filestîniyan li Sûriyê hatin bombebarankirin, û ew yek bû sedema wêrankirina mezin a malan û koçberkirina niştecihên wan ber bi çadir û navendên penagehiyê de.
Û Girûpê piştrast kir ku zêdetir ji 1700 malbatên filistînî neçar man ku kamp û cihên niştecihbûna xwe bihêlin, û berve bakurê Sûriyê birevin, da di çadir û xaniyên ku kêmtirîn pêdiviyên jiyana mirovî têde dabîn dibe de bijîn.
Û Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Netewên Yekbûyî bo Penaberên Felestînî (UNRWA) diyar kir ku 60% ji penaberên filistînî yên di hundirê Sûriyê de zêdetir ji carekê derbider bûne, di heman demê de hejmara penaberên filistînî li derveyî Sûriyê nêzîkî 200 hezarî ye, û Girûpa Kar diyar kir ku zêdetir ji (150) hezar penaberî gihiştine Ewropayê, (2900) li Libnanê, (19) hezar li Urdinê, 12 hezar li Tirkiyê, û nêzîkî (4350) penaberî li Sûdan, Misir û Gezayê ne.
Hêjayî gotinê ye ku filistînî di heyama 75 salan de rûbirûyî derdeserî û tirajîdiyan bûne, ku despêka wê ji dagirkirina “Israîlê” ji axa Filistînê re di sala 1948an de bû, û koçberkirina bi hezaran kes û têkbirina taybetmendiyên civaka wan û wêrankirina jiyana wan a siyasî, aborî û civakî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî