Tora Sûrî ya Mafên Mirov, eşkere kir ku hemû biryarên lêborînê yên ku rijêma Beşar Esed ji adara 2011an heta cotmeha 2022an, tenê 7351 girtî serbest berdan, û hîn jî dora 135253 kes li bal rijêmê girtî ne, 3684 zarok û 8469 jinin di nav wan de hene.
Û di rapora ku îro çarşemê hatiye weşandin de hat, ku ji 95 hezar û 696 kesên ku hîn bi kotekî li ser destên hêzên rijêma Esed binçavkirî ne, 2 hezar û 316 zarok in, û 5 hezar û 734 jin in, tevî derxistina 21 mersûmên lêborînê.
Û Raporê amaje bi wê yekê kir ku hejmara herî zêde ya kesên hîn di girtîgehên hêzên rijêmê de di bin desteserkirin û windakirina bi zorê de ne, di salên 2011, 2012, 2013 û 2014an de bû, ew jî heman salên ku hejmara herî zêde ya fermanên lêborînê têde hatine derxistin.
Û Raporê rabûna dezgehên ewlekarî yên rijêmê bi girtina ne kêmtir ji 1867 kesan, 1013 ji wan leşker bûn û 854 sivîl bûn, li ser bingeha biryarnameyên lêborînê yên ku ji adara 2011an heta cotmeha 2022an hatine derxistin, 1833 ji wan bûn binçavkiriyên kotekî, belge kir, û raporê mirina ne kêmtir ji 34 kesan ji ber îşkence û guhnedana tenduristî cane xwe ji dest dane tomar kir.
Û Rapora Tora Mafên Mirovan amaje bi wê yekê kir ku tenê hejmareke pir kêm ji girtiyan di riya biryarên lêborînê re serbest tên berdan, lê helmetên girtina kotekî rêbazeke berfireh e.
Û Rapora mafnasî daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî kir ku bi biryarên lêborînê yên rijêmê neyên xapandin, ji ber ku ew di form û cîbicîkirinê de ne cihê baweriyê ne, û daxwaza azadkirina girtiyan bikin ji ber ku girtina wan li ser bingeha bihaneyên nerewa û bêbelge ne.
Û Raporê pêşniyar kir ku Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan daxwiyaniyeke şermezarkirinê derbixe, têde lîstina rijêmê bi dosyeya girtiyên siyasî û berdewamiya wê di girtina bi dehên hezaran ji welatiyên Sûrî yên bê dadgehkirineke dadmend û belgeyên rasteqîn de protesto bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî