Friday, May 9, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Mafnasî: Sivîlekî Din di Bin Îşkenceyê de di Girtîgehên Rijêma Esed  de Piştî Nêzîkî Deh Salan ji Girtinê Hat Kuştin

July 19, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
Raporeke Mafnasî: Sivîlekî Din di Bin Îşkenceyê de di Girtîgehên Rijêma Esed  de Piştî Nêzîkî Deh Salan ji Girtinê Hat Kuştin

Hêzên Rijêma Esed û amûrên wê yên ewlekarî, di kuştina sivîlên ku bi salan di girtîgehên wan de girtî ne berdewam in. Û yek ji wan tawanan ew e ku dezgehên ewlekariyê yên rijêmê malbata ciwanê bi navê “Beşar Mistefa Zero” bi mirina wî di zîndanê de agahdar kirin, piştî girtina ku derdora deh salan berdewam kiriye.

Û Tora Şopandina Rewşa Sûriyê ya Mafên Mirovan, diyar kir ku hêzên rijêmê di 19/7/2012an de ciwanê bi navê “Beşar Mistefa Zero” yê 37 salî, li bajarê Enedan, dema ku di yek ji xalên kontrolê re li gundewarê Helebê derbas dibû, girt.

Û Tora Mafnasî amaje bi wê yekê kir ku desthilatên rijêma Esed berî du rojan malbata wî xortî agehdar kir ku di sala 2015an de kurê wan di zindanê de jiyana xwe ji dest daye, û ew xort ji bajarokê “Mari’h” li gundewarê bakurê Helebê ye, û li bajarokê “Anadan” li gundewarê Helebê kar dikir, û niştecihê wî bajarokî bû, û bal kişand ser ku ew xort ne girêdayî ti aliyekî siyasî an leşkerî bû.

Û Saziya Mafnasî hemû kuştinên di bin îşkencekirina berdewam di girtîgehên hêzên rijêmê de şermezar kirin, û ji civaka navdewletî xwest ku bi erkê berpirsyariyê rabe û berpirsên rijêmê siza bike, û wan radestî dadgehê bike.

Û Tora Mafnasî daxwaz ji Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî kir ku bilez dezgeheke serbixwe ava bike, ji bo eşkerekirina çarenivîsa bihezaran girtî û binçavkiriyên di zindanên hêzên rijêma Esed de, her weha yên li bal aliyên dî li seranserî qada Sûriyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Şandek ji Hevbendiya Niştimanî Serdana Şaxê Helebê yê Sendîkaya Parêzerên Azad Dike û Pîrozbahiya wan bo Hilbijartinên Sendîkayê yên Dawîn Dike

Şandek ji Hevbendiya Niştimanî Serdana Şaxê Helebê yê Sendîkaya Parêzerên Azad Dike û Pîrozbahiya wan bo Hilbijartinên Sendîkayê yên Dawîn Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.