Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, serdana şaxê Helebê yê Sendîkaya Parêzerên Azad kir, û pîrozbahî da Serokê Şaxê Sendîkayê û endamên Encûmenê li ser bidestxistina wan ji baweriya parêzerên azad re di hilbijartinên ku di 15ê vê heyva tîrmehê de hatine lidarxistin kir, û tekez kir ku ev hilbijartin nûnertiya hêviyên Sûriyan ji bo gihandina hilbijartinên pak û demokratîk dikin.
Û Şandeyê Hevbendiya Niştimanî ji endamên Desteya Siyasî Behcet Eletasî, Mihemed Qedah û Ebdilbasit Ebdilletîf û Endamê Desteya Giştî Mihemed Es’ed Elîto pêk hat.
Û Şandeyê li gel endamên Encûmena Şaxê Helebê yê Sendîkaya Parêzerên Azad, astengiyên dikevin riya karê parêzeran li deverên rizgarkirî gengeşe kirin, û Encûmena Şaxî ji Şandeyê Hevbendiya Niştimanî re pilana karê ku dê di dema dahatî de li ser bixebite diyar kir.
Û Şandeyê Hevbendiya Niştimanî cextî li ser rola Sendîkaya Parêzerên Azad û sendîkayên dîtir û yekîtiyên karkeran li deverên rizgarkirî di warê rêxistinkirina karûbarê sûriyên xwedan pîşe û çareserkirina pirsgirêkên wan de kir.
Tê zanîn ku Sendêkaya Parêzerên Azad li Helebê, di 15 vê tîrmehê de hilbijartinên xwe li dar xistin, û nêzî 500 parêzerî ji tevaya deverên rizgarkirî û Tirkiyê têde beşdar bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî