Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, tekez kir ku rijêma Esed berpirsyar e di ber armanckirina kampa Qah a penaberan a li gundewarê Idlibê, li gor gotinên dîdevanan, û dîtina wêneyin taybet û giştî yên li ser tora enternêtê hatine belavkirin.
Û toreyê di raporeke xwe de ya doh înê derketiye, got ku roja çarşembê 20ê heyva mijdarê ji sala bûrî, dikeke mûşekan a bi ser rijêma Esed û milîsên Îranî ve, ya li devera “ Çiyayê Xezan” li gundewarê Helebê yê başûr bicî bibû, mûşekek bi bombeyên goşeyî barkirî bû berda, bi ser kampa “Qah” a derbideran de ket, û bû sedema kuştina 16 sivîlan, 11 zarok û 3 jin di nav wan de hene, û birîndarbûna nekêmtir ji 50 kesên din.
Û torê bal kişand ser ku rijêma Esed û sponserên wê, berpirs in di ber armanckirina nekêmtir ji 79 êrîşan de li ser kampên derbideran di 8 salan de.
Û endamê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Abdukmecîd Berekat, got ku rijêma Esed û sponserên wê gefên berdewam in li ser sivîlan li deverên rizgarkirî, û dît ku ev karekî rêbazkirî ye, armanc jê têkbirina hêminî û aramiyê ye li wan deveran, û ew sedema penaberiya berdewam e ber bi dewletên cîran de ye.
Her weha got ku helwestên sist ên civaka navdewletî ew in sedema berdewamiya rêjîmê û sponserên wê di pêkanîna tewanan dijî svîlan de, û bal kişand ser ku nabe ev tewan bêsizadan derbas bibin, bi taybetî ku van êrîşan deverên xurû sivîl ên penaber lê hene û tu baregehên leşkerî lê tune ne armanc kirine.
Û tekezî li ser giringiya ku Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî van belgeyên yasayî biparêzin, û wan tevlî bi sedên hezaran belgeyên ku rêjîma Esed tawanbar dikin bi tewanên cengê dijî svîlan li deverên Sûriyê yên corbecor.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî