Doh pêncşembê, bîranîna salane ya sêyem bû, ya êrîşa kîmawî ya hêzên Esed dijî sivîlan li bajarokê “Aqêrbat” li gundewarê Hemayê, ku bêhtir ji 106 kesan tê de bûn qurbanî, piraniya wan jin û zarok bûn.
Û serokê encumana xwecihî li bajarokê “Aqêrbat” Ehmed Alhemwî, amaje kir ku sivîl li bajarokê “Aqêrbat”, berbangê li ser bêhneke nenormal hişyar bûn, û her weha got: “ me nizanîbû ku civaneke me bi mirina bi bînçîkandinê re heye”, û diyar kir ku qurbanî sivîl bûn, û piraniya wan jin û zarok bûn.
Û Alhemwî, rexne li helwestên navdewletî yên ne li gor berpirsyariyê bûn girtin, û ji tora “Beledî News” a xwecihî re got:“ tiştê balkêş ku helwestên navdewletî hember wê tewanê piştî çêbûna komelkujiyê pir sar bûn”, û herweha got “tiştê herî cihê daxê, ew bêdengiya navdewletî ya cihê gomanê bû, ku yekcar bê karvedan man li hember miletekî tê kuştin û serjêkirin û kes ji bo wan nalive”.
Û daxwa ji civaka navdewletî û bi taybetî dewletên Ereb kir, ku gelê sûriyê rizgar bikin û sivîlan ji tewanên rijêm derheqê wan dike biparêzin, û herweha got: “ Kesê tewankaran veşêre ew jî tewankar e”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî