Rêvebiriya Belgekirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, diyar kir ku di nîvê yekemîn ji sala 2022an de 50 kes hat şehîdkirin, 28 mêr û 5 jin û 17 zarok bûn, û 134 kes hatine birîndarkirin, 72 mêr û 15 jin û 47 zarok bûn, belge kirine.
Û rapora Rêvebiriyê anî ziman ku rijêma Esed û hevalbendên wê di ber kuştina 21 sivîlî de, 9 mêr û 3 jin û 9 zarok in, û birîndarbûna 25 sivîlan de, 14 mêr û 3 jin û 8 zarok in de berpisyar e.
Û raporê got ku milîsên PYDyên terorîst di ber kuştina 29 sivîlan de, 19 mêr û 2 jin û 8 zarok in, û birîndarbûna 109 sivîlan de, 58 mêr û 12 jin û 39 zarok in de berpirsyar e.
Û raporê bal kişand ser ku hejnara operasyonên tawankarî yên ku ji aliyê Rêvebiriya Belgekirina Binpêkirinan ve hatine şopandin gihişte 504 operasyonan, û rijêm di ber 442 operasyonên armankirinê de, û milîsên PYD di ber 62 operasyonên armanckirinê de berpisyar in.
Û Rapora Rêvebiriyê 3 komkujiyên dermafê sivîlên Sûrî pêkhatine belge kirin, û got ku rijêma Esed di ber komkujiyekê de, û milîsên PYD di der 2 komkujiyan de berpisyar in.
Û raporê êrîşên li ser cihê Kadroyên Parastî yên ku gihiştine 3 armanckirinên yekser tomar kirine, û rijêm di ber êrîşekê de berpisyar e, û milîsên PYD di ber du êrîşên li ser wan xalan de berpisyar in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî