Tora Mafên Mirovan ya Sûrî, diyar kir ku rijêma Esed tenê 547 girtî di dema navbera yekê gulanê û nîvê vê heyva tîrmehê de serbest berdane, li gorî mersûmê dawîn yê têde gotiye ku girtî hatine berdan, û Tora Mafnasî tekez kir ku hîn nêzîkî 132 hezar kesî di zindanên rijêmê de ne.
Û Tora Mafnasî bal kişand ser ku di nav kesên ku serbest berdane de, 61 jin û 16 kesên dema ku hatibûn girtin zarok bûn hene.
Û got ku ne kêmtir ji 158 kesan rewşa xwe ya ewlehî berî ku werin girtin serast kiribûn, û li gor wê serastkirinê kaxezek wergirtibûn daku ji hêla çi şaxên ewlekariyê ve neyên girtin, û 28 kes ji wan ji penaber û nişteciyên li derveyî sûriyê bûn, û piştî ku vegeriyane Sûriyê hatibûn girtin, çar jin di nav wan hebûn.
Û Tora Mafên Mirovan ya Sûrî, daxwaza fişaran li ser rijêmê ji civaka navdewletî kir, ji bo serbestberdana nêzî 132 hezar kesên ku hîn di girtîgehan de ne, û anî ziman ku nêzî 87 hezar kes hîn wek wendayên kotekî di nav wan de hene.
Û dezgeha Mafên Mirovan cextî li ser pêwîstiya neçarkirina rijêmê Ii ser nehiştina dadgehên awarte û pûçkirina tevaya biryarên ku ji wan dadgehan derketine, û dît ku dadgehên rijêmê hejmarek mezin ji mafên mirovên Sûrî yên sereke binpê dike, û got ku ew bawer nake ku dê ti tişt ji van daxwazan bêyî veguhastina siyasî yaku desthilatdariya amûrên ewlekariyê û hovîtiya wan bi dawî bîne pêk werin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyek arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokê Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî Abdallah Elşahid, û Seroka Encumena Ewlekariyê ya xola niha Linda Thomas Greenfield Nûnera Herdem ya Emrîka li bal Netewên Yekbûyî kiribû, derbarê lêborîna sexte yaku rijêma Esed dermafê girtiyan derxistiye.
Û Elmislit tekez kir ku lêborîna ku ji aliyê tawankar Beşar Esed ve hatiye derxistin, tenê xap bû, daku komkujiya taxa Eltedamun yaku rojnameya Guardiyan li vê dawiyê eşkere kiriye veşêre.
Elmislit bal kişand ser çawaniya lîstina rêjîma Esed bi hestên malbatên girtiyan, ku wêneyên malbatan li meydanên giştî rawestiyene û li benda çi nûçeyekê li ser kurên xwe ne, dilê mirovan dişewitînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî