Rêvebiriya Belgekirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, anî ziman ku êrîşên rijêma Esed û hevalbendên wê li ser bakurê Sûriyê yê azad di heyva adara bûrî de ranewestiyane.
Û Rêvebiriyê di raporê de derbarê serhejmariya qurbaniyan, diyar kir ku êrîşên rijêma Esed û hevalbendên wê di heyva bûrî de bûn sedema şehîdbûna du sivîlan û birîndarkirina neh kesên dîtir di nav de 5 mêr, du jin û du zarok hebûn.
Û Rêvebiriyê tekez kir ku rijêma Esed û hevalbendên wê di ber 81 oprasyonên armanckirinê de berpisyar in, û Rêvebiriyê armanckirina cihên parastî di heyva bûrî de belge kir.
Û Rêvebiriyê bal kişand ser ku operasyonên armanckirinê di heyva adara bûrî de ji armanckirinên rijêmê û hevalbendên wê di heyva sibatê de zêdetir bûn, û heyva adarê 69 carî dever hate armanckirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî