Giropa Kar ji bo Filestîniyên Sûrî, bal kişand ser wê yekê ku malbatên filestînî yên ku kesên xwe di zîndanên rijêma Esed e ji dest dane, bendewarên biryara Dadgeha Dadweriya Navdewletî ne, ya ku ji aliyê Holenda û Keneda ve bo şermezarkirina rijêma Esed li ser pêkanîna wê ji tawanên îşkencekirinê û kuştina bi îşkenceyê hatibû pêşkêş kirin.
Û Girpoa Kar di rapora xwe de got ku malbatên Filestînî hêvîdar in ku biryar dermafê bi hezaran qurbaniyên di zindanên rijêma Esed de dadane be, û ku pêngavek ber bi pêkanîna dadmendiyê û dadpirsîna berpisyarên di ber binpêkirinên mezin ên mafên mirovan de li Sûriyê be.
Û Girûpa ku girtina 3076 penaberên Filistînî li Sûriyê belge kiriye, daxwaza serbestberdana hemû girtiyan, eşkerekirina çarenivîsa kesên winda û qurbaniyan û parastina mafên penaberên Filistînî li Sûriyê kir.
û bal kişand ser ku penaberên Filistînî li Sûriyê rastî serkutkirin, piştguhkirin, cudahî, hejarî, awarebûn, dorpêçkirin, bombebarankirin û armanckirina rijêma Esed tên.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hewildanên Holenda û Keneda yên ji bo pêşkêşkirina glînameyeke hevbeş li dijî rijêma Esed bi sedema binpêkirina Peymana li Dijî Îşkencekirinê, ji ber ku îşkence û sizayên dijî mirovahiyê û neyasayî bikar anîne, di nav de windakirina kotekî, kiryarên destdiyêjiya seksî, tundûtûjiya li dijî zarokan, û bikaranîna çekên kîmawî yên li ser asta navdewletî qedexekirî li dijî sivîlên bêguneh, bilind nirxandibû.
Û Hevbendiya Niştimanî ji Dadgeha Dadweriya Navdewletî xwest ku şopandina dosya giliyê ji aliyê Keneda û Holenda ve hatiye kirin berdewam bike, ta ku biryareke dadane derkeve, ya ku rijêma Esed red kir ku di civînên wê de amade bibe, wek hewlekê ji bo astengkirina karê wê, û tekeziyê li ser giringiya rola civaka navdewletî di nehiştina berdewamiya bêaramiya de li Sûriyê û herêmê û metirsiya li ser aştî û ewlehiya navdewletî û pêkanîna dadmendiyê û vejandina piroseya siyasî û cîbicîkirina herdu biryarên Encumena Ewlekariyê jimara 2118 (2013) û 2254(2015) kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî