Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, li Koşka Fransa li Stembolê, bi Şandera Fransî bo dosya Sûriyê Brigitte Curmi re civiya, û pê re pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.
Û di civînê de Cîgirên Serok Ebdulmejîd Berekat û Dîma Mûsa, û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê û endamê Desteya Siyasî Behcet Eletasî amade bûn.
Û Civînê giringî da pêşketinên piroseya siyasî di dema berdewamiya siyasetên rijêma Esed di astengkirin û nehiştina çi pêşketinê di herçar sepetên dosya piroseya siyasî de li gor biryara 2254 (2015).
Û Elbehra bal kişand ser girîngiya tiştê ku Desteya Danûstandinê ya Sûrî ji bo pêşdebirina piroseya siyasî pê radibe, ji bo gihiştina çareseriyekê bi rêya cîbicîkirina tam û vebir ji biryarên navdewletî yên têkildarî pirsa Sûriyê re, û di pêşî de biryara 2254, û ji Fransayê xwest ku di piştgiriya vê riyê de di forumên navneteweyî de berdewam be.
Û Elbehra bal kişand ser girîngiya aktîvkirina aboriya xwecihî li deverên rizgarkirî û rûbirûbûna kêşeyên ku rastî Hikûmeta Sûrî ya Demkî tên, ji bo dabînkirina hewcedariyên tevaya niştecihan û piştgirîkirina pêdariya wan, di dema kêmbûna alîkariyên navdewletî û zêdebûna pêdiviyên mirovî yên bingehîn de, û Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdilmejîd Berekat şiroveyek li ser zehmetiyên ku rastî ciwanan tên û pêwîstiya piştgirîkirina hewcedariyên wan û ya herî girîng pêşketina zanîngehan û danpêdana bi bawernameyên wan pêşkêş kir, û Cîgira Serok Dîma Mûsa tekezî li ser rêzgirtina Hevbendiyê ji helwesta neguhêr a Hikûmeta Firansî re derbarê piştgirîkirin û kartêkerkirina piroseya siyasî û hêviyên gelê Sûriyê û palpiştkirina rola jinan a bibandor têde kir.
Û Balyoz Brigitte Curmi tekezî li ser helwesta Fransayê ya neguhêr ya ku daxwaza cîbicîkirina biryara Encumena Navdewletî jimar 2254 û berdewamiya redkirina dewleta Fransî ji asayîkirina têkliyan bi rijêmê û rakirina sizayan û nûavakirina berî pêkanîna pêşketinên berçav û mayinde di proseya siyasî de re kir.
Û Elbehra diyar kir ku armanca plana karê Hevbendiya Niştimanî li bakurê Sûriyê ew e ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî bihêz bike, ji bo ku ketwarê ewlehî, yasayî, aborî, perwerde û tendirustiyê li deverên rizgarkirî çak bike, û jîngeheke aram a ku handanê li ser veberhênanê bike biafirîne, bi armanca guhertina ketwarê deverê bi awayekî ku li gorî daxwazên gelê Sûriyê be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî