Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, raporta xwe ya nîvê yekem ji sala 2022an belav kir, têde binpêkirinên herî berçav yên rêjîma tawankar û milîsên PYDe yên terorîst li deverên rizgarkirî diyar kirin.
Û Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan got ku di nîvê yekem ji sala 2022an de, 50 kes şehîd ketin, 28 mêr, 5 jin û 17 zarok bûn, û 134 kes birîndar bûn, 72 mêr, 15 jin û 47 zarok bûn.
Û di raporê de hat ku rêjîma Esed û hevalbendên wê berpirs in di ber kuştina 21 sivîlî de( 9 mêr û 3 jin û 9 zarok), û birîmdarkirina 25 sivîlan (14 mêr, 3 jin û 8 zarok), û milîsên PYDe berpisyar bûn di ber kuştina 29 sivîlan de (19 mêr, 2 jin û 8 zarok) û birîndarbûna 109 sivîlan (58 mêr, 12 jin û 39 zarok).
Û Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan bal kişand ser ku encamên operasiyonên armanckirinê gihiştin 504 êrîşên sereke yên gulebaranê, rêjîm di ber 442yan ji wan de berpisyar bû, û milîsên PYDe yên terorîst di ber 62yan de.
Û raportê 3 komkujiyên ku dijî welatiyên Sûrî pêkhatine belge kirin, û got ku rêjîma Esed berpirsê komkujiyekê ji wan bû, û çekdarên PYDe di ber pêkanîna du komkujiyan de berpirsyar bûn.
Û Rapora Rêvebiriya Belgekirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, bal kişand ser ku êrîşên li ser xalên sivîlan yên eşkere û tîmên parastî gihişte 3 armanckirinên rasterast, têde Rêjîm berpirsa operasiyonekê bû, û milîsên PYDe di ber du armanckirinan de berpirs bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî