Hevrêzkarên Bersivdanê yên Sûrî, dîtin ku çavgirtina civaka navdewletî ji sizayên navdewletî yên ku li ser rijêma Esed hatine sepandin, tevî hemû tawanên ku rijêmê li gel hevalbendên xwe dermafê gelê Sûriyê pêk anîne, gavin rêxweşkirinê ne ji bo piştgiriya darayî ji amûra leşkerî ya rijêma Esed re.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê di daxwiyaniya xwe de gotin ku serdana deverên rijêmê ji hêla berpirsa Netewên Yekbûyî a têkildarî bandora sizayan li ser mafên mirovan li Sûriyê, rêxweşkirineke neyekser e ji bo rawestandina mîkanîzma navdewletî ya derbaskirina alîkariyên mirovî di riya xalên sînorî re.
Û daxwiyaniyê got ku me çi serdanaên saziyên civaka navdewletî ji kampên penaberan re nedîtine, daku pêdviyên wan ên tam nas bikin, û daxwaza herî berçav vegera xelkê bo malên xwe yên ku berê jê reviyane, ji encama tawanên ku Rusya û rijêma Esed dermafê wan pêk anîne.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê bal kişandin ser ku ev serdan dê di demên dahatî de neyînî bin ji tevaya aliyên ku dixwazin rewaya tam bidin rijêma Esed, û tekez kirin ku tevaya wan hewildanan, çi bi dizî bin an eşkere bin, dê têk biçin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî