Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê, di raporeke lêkolînê ya bi sernavê “Taxa Eltedamun ji Avakirinê heta Komkujiyê” de, xuyatirîn kiryar û binpêkirinên milîsên rijêma Esed li taxa Tedamun a Şamê, û rewşa penaberên filistînî yên taxê diyar dike.
Û ew rapora mezin, rewşa penaberên filistînî li taxa Tedamun di qonaxa ji heyva adara 2011an de heta dawiya sala 2022an berçav dike, ji yekemîn xwpêşandana li dijî rijêma Esed dest pê kiriye ta gihaye koçberbûna ber bi bakurê Sûriyê û ketina tevahiya taxê di sala 2018an de di bin kontrola rijêmê de.
Û Rapora Giropa Kar serhejmariyên derbarê qurbanî, girtî û wendayên filistînî yên taxa Tadamun û kampa Yermûkê yên ku li wê taxê rastî revandin û windakirina bi darê zorê hatine, pêşkêş dike.
Û Raporê behsa milîsên alîgirên rijêmê li taxa Eltedamun wek: (Milîsên Kolana Nisrîn – Berevaniya Niştimanî), û damezrandina wan û peywendiya wan milîsan bi rijêma Esed û girûpên filistînî yên ser bi rijêmê ve re û kiryarên wan li kampa Yermûkê, kiriye.
Û Raporê operasyonên girtin û bidarvekirinên meydanî yên ji aliyê milîsên Kolana Nesrîn ve pêk hatine belge kirine, û behs kiriye ku çawa bisedan sivîlên taxê û yên deverên derdorê jiyana xwe ji dest dane, û bal kişandiye ser komkujiya Eltedamun ya ku ji aliyê rojnameya Guardian a brîtanî ve hatiye eşkerekirin.
Û Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê, di rapora xwe de, balê dikşîne ser navendên girtin û îşkencekirinê li taxa Eltedamun, û dîdevaniya hin niştecihan li ser binpêkirinên ku di dema kontirolkirina wan milîsan ji deverê re pêk hatine tîne ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî