Nesir Elherîrî sekertêrê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji dewletên Erebî kir,ku bi “berpirsyariyên xwe rabin, namaze ku ketwarê milmilaneyên siyasî rêgirin li pêş gihiştina banga penaberên sûrî bo guhên Civaka Navdewletî”, û got:”ku rawestandina alîkariyan bo 1.7 milyon penaberî, zêdebarî biryara Netewên Yekgirtî derbarî kêmkirina alîkariyên mirovî bo penaberan, berpirsyariyek mezintir têxe li ser milê birayên me yên dewletên Kendava Erebî,herwiha ku lezkirinê di alîkarîkirina jin û zarokên bûne qurbaniyên tawankariya Esed û hevrikiyên siyasî di deverê de, erkekî zagonî û rewiştî ye, nemaze ku serma zivistanê û pencên birçîbûnê rehmê li kesekî nakin, û heroj bi dehên zarok û dayîk û bavan nexweş dikin û dikujin”. Hêjayî gotinê ye ku Elherîrî biryara pirogramê xwarina Cîhanî ya rawestandina alîkariyên penaberên Sûrî bi “reftarekî nedurist pejirand, ku bi pêdawîstiyên ketwarê mirovî yê pir mergesat yê sûrî têde derbas dibin nagunce “. herwiha salixê vê biryarê da ku biryareka “bilez hatiye standin , tê wateya cezaya bidarvekirina malbatên Sûrî yên penaber li welatên cîran e, ji ber guhertinên cuda yên ku civaka Sûrî tê re derbas dibe li ber çavan nebirine. Ne rast e di dema ku cîhan bi sedên Milyaran bo şerê tirorê datîne, alîkariyên mirovahî ji kesên ji bermîlên Esed û çekên wî ên wêranker reviyane rawestîne. Ev gav vajî istratîjiya navdewletî ye derbarî şerê dijî tirorê şopandî dimeşe, ji ber ew seqayekî guncaw bo berhemdana Tundrewî û tirorê di nav penaber û koçberan de derdixe. Bi kurtî, kêmkirina alîkariyan kiryarek neberpirsyar e, wê encama wê karestek mirovahî be dawiya wê ne baş e. berî niha me ji netewên hevgirtî xwest ku biryara xwe a ku bi riya wê re alîkariyên penaberan bi rêjeya 40% kêm kir rast bike, lê mixabin, em îro dibihîzin ku ew ji van biryarên serpêyî ku qet xizmeta mirovê Sûrî nakin danakeve, divê ev biryar rast bibe, careke dî nerîn tê de werin kirin, divê rêxistinên navdewletî di rûbirûbûna van têkçûnên civakî û siyasî ku dever tê de dijî berpirsyartir bin, danûstendina bi nehişyarî û berpirsyarî bi ketwarê re, dibe ku bi awayekî nerênî, di nêzîk de, reng li ser hemû welatên cîhanê vede. Ne mentiq e ku gotina cîhanê tev de li ser piştgirya şer bibe yek, di heman demê de nikaribe zarokekî birçî bi xwarin bike, yan penagehekê ji kalemêrekî wenda re yan ji jineke bê cih re pêşkêş bike”.
Jêder: Hevbendî