Razgirê Giştî ê Hevbendiyê Mihemed Yihya Mektebî, di riya birûsekekê re ku ji serperiştên helmeta ” Yên Mayî Biparêzin” şandin re şandibû, tekez kir ku dosya girtiyan pir giring û pêwist e li rex me, herweha piştgirî û rûmetgirtina xwe ji serperiştên vê helmeta ku armanca wê piştgiriya girtiyên Sûrî ye anî ziman.
Mektebî destnîşan kir ku dosya girtiyan giringtirîn mijar e di danustendinên me de bi şandên diblumasî re, û dîmenek hûrbîn derbarê rewşên dijwar ku tê de dijîn hatiye veguheztin. Ev yek di civînên dawî de bi balyozê Elmanî û Çînî re hatiye diyarkirin, hevbendiyê tê de xwestibû ku zextên mumkin li rejîma Esed bo berdana wan û sivikirina êşa wan bibin.
Razgirê Giştî di birûskê de got: ” Ew pakrewanên zindî ne, tiştek li ser riwê erdê tune ye himber deqeyekê di zindanên Esed de, gelekan di nav refên şoreşê de kar kirin, çalak û afirêner bûn, lê îroj girtî ne, hemû cureyên eşkencê dibînin”.
Mektebî bal kişand: ” Tu têkoşerê dilsoj nikare rola çalakvanên leheng ku zindanên Esed ew wenda kirin jibîr bike, hindek ji me û we, di şoreşê de û berî şoreşê di nav wan de bûn, û guman dikim tu kesê Sûrî tune ye eger biraderek, hevalek, yan merivek wî di wan zindanan de tune ye”.
Mektebî birûska xwe bi daxwaza serkeftinê bo helmetê bidawî kir, ta ku bibe xelekek di zincîra bizavên bo berdan û rizgarkirina girtiyan ji zindan û girtîgehan, û azadkirina Sûrî ji nîrê zordariyê.
Jêder: Hevbendî