Berdevka Wezareta karûbarên derve ya Emerîkî Cinêver Sakî salixê daxuyaniyên Beşar Elesed ji kovareke Emerîkî re bi “xeyalî ne” da, tekez kir ku” Sûriya hîç aram û giştî nabe eger di bin desthilatdariya Esed de bimîne.”
Sakî tekez kir”Gotinên Xeyalî yên Beşar Elesed derdixe, baweriya me tekez dike ko Esed rewabûna xwe ji zû ve winda kiriye, û divê dest ji desthilatê berde.”
Sakî mandel kir ko welatê wê derbarê mana Esed di desthilatê de tu “sistî” diyar kiribe, lê sûr bû li ser gotina “helwesta me nehatiye guhertin”,û dest nîşan kir ko “hin dîtinên ne hûrbîn ji helwesta Emerîkî re derbarê Rêjma Esed” hene.
Jêder: Hevbendî+Acans