Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku asayîkirina têkliyan li gel rijêma Esed ji hêla dewletên ereb ve çûna di rêyeke şaş re bû, û bandorên wê di aliyê siyasî de bi zêdekirina serhişkiya rijêmê û astengkirina her hewleke ku dighêje çareya siyasî diyar in, û di warê ewlekarî de bi berdewamiya çêkirin û hinartina keresteyên hişber re û berdewamiya belavkirina milîsan li deverên di bin kontirola wê de xwiya bû, û di warê aborî de bi têkçûna rewşa jiyana xelkê û têkçûna nirxê lîreya Sûrî re diyar bû.
Û Rehmê bal kişand ser tiştên ku kovara “Foreign Policy” ya Amerîkî ragihandiye û têde hatiye ku “Normalkirina têkliyên Ereban bi Esed re kêşeyên Sûriyê dijwartir kirine, tevî ku zêdetir ji 3 heyvan di ser ra derbas bûye”, û yek ji navdartirîn tawankarên cengê di cîhanê de Beşar Esed vegeriya Komkara Erebî.
Û Rehmê diyar kir ku hêzên şoreşê ji pêngavên yekem ên asayîkirina têkliyên Erebî ve bi tawankarê cengê Beşar Esed re hişyarî dane ku ev asayîkirin dê dosya Sûriyê aloz bike, û şiyana rijêmê û Rusya û milîsên Îranê ya pêkanîna tawanên cengê yên bêhtir li dijî gelê Sûriyê bihêz bike, û got ku ji cîhanê tevî û nemaze ji dewletên ereb re eşkere bû ku rijêma Esed di gihiştina çareyê de ne cidî ye, lêbelê ew di astengkirina destpêşxeriyan û rêyên ku dighînin xurtkirina piroseya siyasî berdewam e.
Û Rehmê tekez kir ku take-rêya ji bo rizgarkirina Sûriyê di pêkanîna veguhastina siyasî li gorî biryara 2254 û sizakirina rijêma esed li ser tawanên ku dermafê gelê Sûriyê pêk anîne de ye, û ji birayên ereb xwest ku kar di hundirê vê çarçoveyê de bikin, û derfetên zêdetir ji rijêma Esed re peyda nekin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî