Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, spasiya Okraynayê li ser piştgiriya wê ya siyasî ya berdewam kir, û hevkariya Sûriyan a tam bi Okraniya û gelê wê re yê ku rastî êrişa hovane ya Rusya tê, anî ziman, û pesnê helwêstên Serokê Okraynayê Volodîmîr Zelenskî ya ku têde tekez kir ku “civaka navdewletî şaştî kir ku derbarê tirajîdiya Sûriyê nebû yek” da.
Û Rehmê got ku pêwîst e rijêma Esed, Rusya û milîsên Îranî li ser tawanên cengê yên ku pêk anîne, bên sizakirin, û xwest ku cudahiyê nekin navbera tawanên Rusya yên ku li Okranya û yên li Sûriyê pêk anîne, ji ber ku di herdu rewşan de wê çekên qedexekirî li ser asta navdewletî li dijî sivîlên bêguneh bi piştgiriya milîsên ji regezên curbecur bikar anîne.
Û hişyarî da û got ku xemsariya civaka navdewletî di rawestandina mîkanîzma kuştinê de, ya ku ji aliyê rijêma Esed, Rusya û milîsên Îranî ve tê sponserkirin, bûye sedema rijandina xwîneke bêhtir, koçberkirin, girtin û gelek tirajîdiyên mirovî, her wiha wêrankirina bajaran, binesaziyê û avahiyan û navendên xizmetguzariyê, ji ber ku tu tişt ji hovîtiya ku pê danûstandinê bi gelê Sûriyê re dike rizgar nebû, û niha jî heman kiryar dijî gelê Okraynayê tên dubarekirin, ji ber ku bajarên Okrayna rastî heman siyaseta şewitanda zemînê ya ku li Sûriyê hatibû kirin tê.
Û Emîndarê Giştî hişyarî da ji berdewamiya berepêkên navdewletî li hember rawestandina Rusya û hevalbendên wê bi awayekî vebir, ji ber ku heye ew yek bibe sedema cengeke nû ya li deverên curbecur vêkeve, û aştî û ewlehiya navdewletî binpê bike, û daxwaza kar bi awayekî kartêker kir ji bo rawestandina wêrankariya ku Rusya li Okraniya pêk tîne, û derxistina wê ji Sûriyê, û cîbicîkirina biryarên navdewletî, û pêkanîna veguhastina siyasî li gorî biryara 2254 , ji bo ku Sûrî bi şiyana lawên xwe bikaribin Sûriyê ji nû ve ava bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî