Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku dibe sizayên Emrîkî yên dawîn li ser kampaniyên bi ser rijêma meleyan ve ne vebir bin, lê dikarin rûberê belavbûna wan kêm bikin, û kampaniyên ku Îran wan bi kar tîne da ji sizayên li ser hatine sepandin bireve, tazî bike.
Û Rehmê di daxwiyaniyeke taybet de îro got ku çi fişara aborî ya rasteqîn li ser rijêma Îranê; dê bandora wê û belavbûna milîsên wê yên tawankar li Sûriyê kêm bike.
Û Rehmê got ku roleke Îranê ya yekser di jihevxistina aramî û ewlehiya Sûriyê û dewletên deverê heye, û ewlehî û aramî li van dewletan çênabe bi berdewamiya desttêwerdana Îranê di karûbarê dewletan de di warê leşkerî û siyasî û ta aborî de, lewra çi sizayên aborî li ser Îranê dê di lawazkirina rola wê ya wêrankarî de li deverê alîkar be.
Û Rehmê bal kişand ser ku rijêma meleyan ne tenê piştgiriya rijêma tawankar dijî gelê Sûriyê yê şoreşger û pêkanîna komkujiyan û tawanên dermafê sivîlan li rex hêzên rijêmê û Rûsiya kir, lê hîn bizavê ji bo belavkirina mezhebperestiyê li Sûriyê dike, û bi operasyonên guhartina demografî radibe, û malbatên milîsên Îranî tîne Sûriyê daku wan li şûna nişteciyên resen bicî bike.
Û Wezareta Gencîneya Emrîkî diyar kirbû ku Emrîka duh sizayin nû li ser toreke kampaniyên Îranî û kampaniyin bê binyat li Çîn û Îmarata Erebî, yên ku di hinartina pitrokîmawiyên Îranî de beşdar in, sepandin, yên ku bi awayekî hîlebazî ji sizayên Emrîkî direvin, ji ber ku ev tor alîkariyê di cîbicîkirina prosesên bazirganî yên navdewletî û reva ji sizayan û firotina berhemên Îrabnî li Çîn û dewletên rojhilatê Asiya dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî