Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku serdanên berpirsên Neyewên Yekbûyî bo Şamê û hevdîtinên wan li gel berpirsên rijêma Esed bi bihaneya bandora sizayan li ser mafên mirovan, weke pêngavekê ye ji bo rewakirin û normalkirina têkliyan bi rijêmê re, rijêma ku hemû sînorên binpêkirinên mafên mirovan derbas kirine.
Û Rehmê got ku danûstandina Netewên Yekbûyî li gel hejmarek mezin ji dozên girêdayî bi dosya Sûrî bandoreke neyînî li rewşa sûriyan kir, û bû sedema alozkirina dosya Sûrî ji encama navêtina pêngavên vebir yên ku sûriyan ji tirajîdiya wan di salên pêşîn yên şoreşê de rizgar bike.
Û got ku hevdîtinên berpisyarên Netewên Yekbûyî li gel Wezîrên di rijêma Esed de li gel paşguhkirina derdeseriyên 1.8 melyon penaberên li deverên rizgarkirî di riya danjbîrkirina pirsgirêkên wan re, li şûna çareserkirina wan kêşeyan, mîna piştgiriyê ye ji rijêma Esed re, ne jibo gelê Sûriyê ye, yê ku di kampan de rastî derdeseriyan tê.
Û Rehmê hişyarî da ji şêweyê danûstandina Netewên Yekbûyî bi dosya Sûriyê re, di dema paşguhkirina pirosesa siyasî yaku di biryara Encumena Ewlekariyê ya 2254an de hatiye.
Û Rehmê nerazîbûna xwe ji danjibîrkirina Netewên Yekbûyî ji tawanên kîmawî û bihezarên tawanên cengê yên ku rijêma Esed û hevalbendên wê dermafê gelê Sûriyê pêk anîne, û çûna ber bi danûstandina li gel rijêma Esed ve di bin bihaneyên curbecur de anî ziman.
Û Emîndarê Giştî tekez kir ku gelê Sûriyê riya azadiyê ji yazde salan de dest pê kiriye, û bi hezaran qurbanî pêşkêş kirine, û ji riya armancên xwe nagere, ta azadî û rûmeta xwe bidest bixîne, û Sûriya nû piştî rûxandina rijêma Esed û dadgehkirina wê li ser tawanên ku pêk anîne ava bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî