Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku tawanên ku Komîteya Lêpirsînê ya Navdewletî ya bi ser Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî ve çespandine, nimûneyin biçûk in ji gelek tawanên rijêma kîmawî li kêlek bi hezarên komelkujiyên ku rijêmê bi bermîlên teqîner û çekên cebilxaneya leşkerî yên nûjen û yên normal pêk anîne.
Û Rehmê bal kişand ser giringiya rapora dawîn yaku duh ji aliyê saziyê ve derketiye, yaku têde tekez dike ku rijêm berpisyariyê di ber êrîşên bi gaza kilor ya jehrîn li ser Kefer Zêta li gundewarê Hemayê sala 2016an hildigre, û cextî li ser pêwîstiya kartêkerkirina van raporan di warê nîşanên tawanê de bo dadgehkirina rijêma Esed li ser qirkirin û pêkanîna tawanên dijî mirovahiyê kir.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê, daxwaza piştpêbestina vê raporê li gel raporên mîna wê kir, ji bo piştgiriya rêya lêpirsîna navdewletî bo dadpirsîna rijêma tawanbar û hemû kesên pêre alîkarî di cenga li ser gelê Sûrî de kirine.
Tê zanîn ku Şandeya Şopandina Rastiyan ya bi ser Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî ve, duh rapora xwe li ser lêpirsîna ku pê rabûye derbarê bikaranîna rijêmê ji bermîlên teqîner yên bi jehra kîmawî wek çek li ser Kefer Zêta ya Parêzgeha Hemayê pêk aniye derxist, nemaze êrîşa yekemî yaku di çirya pêşîn de sala 2016an pêk hatiye, û raporê behsa du qazanên kilorê yên ku bi gaza jehrîn hilgirtî li tenişta nexwaşxaneyeke meydanî ketibû kir, û got ku helîkoptirên ku ew qazan avêtine ji balafirgeha Hemayê ya di bin kontirola rijêmê de derketibûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî