Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, operasyona dijminkarî ya Îsraîlê li ser axa Filistînê li Gezze û kampa Cinîn ya ku di encamê de 9 kes li Cinîn şehîd ketine û hejmarek din birîndar bûne şermezar kir, û daxwaza pêwîstiya destwerdana navneteweyî ji bo rawestandina tawanên dagirkeran kir.
Û Rahmê got ku tiştê dagîrker li kampa Cinîn kiriye komkujiyeke nayê jibîrkirin e, û ev jî berdewamî ji tawanin mezin ên berê re ye, di dema ku civaka navdewletî çavên xwe ji kiryarên dagirker digire.
Û Rehmê rawestana gelê Sûriyê li kêleka birayên wî yên Filistînî diyar kir, û tekezî li ser mafê gelê Filestnê yê rewa di avakirina dewleta wî ya serbixwe de kir.
Û Rehmê germtirîn sersaxî arasteyî malbatên şehîdên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane kir, û hêviya saxbûna lezgîn ji birîndaran re xwest.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî