Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, dijminkariyên ku hêzên dagîrkerê Îsraîlî dijî sivîlên bêçek û nimêjkaran di Elmescid Eleqsa de li Filestînê pê radibe şermezar kirin, û tekezî li ser piştgirî û rawestana gelê Sûriyê li kêlek gelê Filestînî yê bira yê xweragir ku hîn di rûyê hêzên dagîrkerê ku kiryarên wî yên dijminkarî ji zêdetir ji çêl salî de berdewam in, kir.
Û Rehmê got ku ev kiryarên tawanbarî dermafê birayên me yên Filestînî û Elmescid Eleqsa ya pîroz, binpêkirinên dubarekirî ne dijî cihên pîroz, û hêrkirin e ji bimelyonan muslimanên li seranserî cîhanê re, nemaze di heyva remezana pîroz de.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê, bal kişand ser ku bi dubarekirina van kiryarên dijminkarî û serkutkirina ji aliyê hêzên dagîrker ve, vîna filestîniyên ku li ser azadiya welatê xwe û parastina perestgehên xwe rijdin, naşke, û hovaniya dagîrker û kiryarên terroristî nikarin zora vîna rizgarî û serxwebûnê li bal filestîniyan bibe.
Û Rehmê cext kir ku gelê Sûriyê li kêlek mafê gelê Filistînî di azadî û serxwebûn û avakirina dewleta ku xelkê wê bi xwe rêvebiriya wê bike û paytexta wê Qudsa Şerîf be radiweste.
Û Rehmê bal kişand ser ku helwestên navdewletî yên lawaz derbarê Sûriya û Filestînê di riya rizgarkirina tawanbaran ji cezayan, derfet da ku hîn bêhtir tawan û binpêkirin dermafê gelên ku li azadî û aştî û jiyana bi rûmet digerin pêk werin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî