Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, xemgîniya xwe ya kûr li ser koça dawî ya dayîka heft pakrewanan “Xensaya Şoreşê” Xeyriye Elxecerî anî ziman, û sersaxiya gelê Sûriyê û malbata dayika ku ji jiyanê bar kiriye kir, û ji xwedayê mezin daxwaza dilovanî û lêbûrînê jêre kir.
Û Rehmê pesnê rola sereke ya jinên Sûrî bi dirêjiya yanzdeh salan da, ew jinên ku li hember dijwarî û tirajîdiya siyasetên tawankarî yên rijêma Esed û hevalbendên wê di wan salan de derketin.
Û Rahmê got ku ji destpêka şoreşê ya sala 2011an ta niha, jina Sûrî cihekî girîng di nava şoreşa Sûriyê de girtiye.
Û got ku dayika heft pakrewanan nimûneya fedakariya jinên Sûriyê ye, û çendî bayê tirajîdiyê dijwar be jî, ew dê bimîne sembola pêgiriya bi pirensîban.
Û Emîndarê Giştî got ku Jinên Sûrî di rewşên curbecur de ji bo piştgirîkirina civakê di rewşên awarte de xebitîn, ji ber pêlên derbideriyê û metirsiyên ku bi sedema rijêma Esed û hevalbendên wê derdikevin .
Û Rehmê tekezî li ser pêwîstiya mukumkirina karînên jina Sûrî kir, daku rola wê di Sûriya ku Sûrî hêviya avakirina wê dikin de xurt be, Sûriya ku nirxên azadî, dadmendî û rûmetê, dûrî rijêma Esed û sembolên wê, têde cî bigirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî