Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, êrîşên teroristî û dijminkarî yên milîsên Îranê li ser deverên rizgarkirî li Sûriyê û parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistana Îraqê û devera Bangor li Herêma Bilûşistan li Bakistanê şermezar kirin, û tekez kir ku dijminkariya Îranê ewlehî û aştiya navdewletî dixie bin gefê de, û rê dide ku hîn bêhtir bêserûberî li deverê çêbibe.
Û Rehmê got ku bertekên navdewletî yên sar hember tawanên Îranê dermafê gelê Sûriyê, rê dide pêkanîna hîn bêhtir dijminkariyan li deverên curbecur.
Û Rehmê cextî li ser pêwîstiya karê navdewletî yê vebir kir, ji bo rawestandina binpêkirin û dijminkariyên Îranê li ser dewletên deverê û nehiştina ku li deverê belav û berfireh bibe û şerê xelkê deverê bike, weku li Sûriyê ji destpêka destwerdana wê de li kêlek rijêma Esed li dijî gelê Sûriyê dike.
Û Rehmê tekez kir ku ji mafê dewletên hatine armanckirin û herweha gelê Sûriyê ye jî ku tevaya rêşûnên yasayî bistînin, da rê li pêşiya milîsên Îranê bigrin û nehêlin ew bi bihaneyên sexte û derewên eşkere ewlehiya deverê têxe bin gefê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî