Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Heysem Rehmê, tekez kir ku gefên Rûsiya yên berdewam bo êrîşkirina ser Okraniya, û berî wê dagîrkirina Corciya û Qirm û piştgiriya zordarê Sûriyê, tekez dike ku Mosko bûye jêderê yekemîn ê wêrankirina aramiyê, û diyar dike ku Rûsiya piştgirê dîktatorên cîhanê yê yekemîn e.
Û Emîndarê Giştî dît ku helwestên sisit ên civaka navdewletî di salên vê dawiyê de derbarê tawanên ku Rûsiya li hejmarek ji dewletan, û yek ji wan Sûriya, bi awayekî taybet pêk anîne, hişt ku Rûsiya kiryar û timaya xwe fireh bike, û hevsengiyeke nû bisepîne, daku tevaya rêkeftinên navdewletî yên ku têkliyan di navbera dewletan de çêdikin û mafên mirovan û yên gelan di azadî û rûmetê de diparêze ji holê rake.
Û Rehmê bal kişand ser ku ji civaka navdewletî îro bêhtir ji demên bûrî tê xwestin ku sînorekî ji zordariya Rûsiya re deyne, û nehêle ku Mosko desttêwerdanê di karûbarê dewletan de bike, û serweriya dewletan di riya dijminkariya yekser û rêkeftinên binav re li gel rijêmên nerewa û di pêşî de rijêma Esed a tawanbar binpê bike.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî